Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Îtalyayê kir

03 December 2024 13:32 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Îtalyayê kir

PeyamaKurd – Îro sêşema 03.12.2024an, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Îtalyayê yê li Iraqê Nicolo Fontana kir. Ji bo biserxistina erka wî hevkarî û piştevaniya Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar nîşan da û her wiha dupat kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe bi Îtalyayê re geştir bike.

Ji aliyê din ve Balyozê Îtalyayê kêfxweşiya xwe ji bo yekem serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê nîşan da û spasiya piştevaniya Nêçîrvan Barzanî kir. Wî bal kêşa ser peywendiyên Îtalyayê yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û ji bo wan di hemû waran de xurt bike dê hewl bide.

Her wiha wan pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Sûriyê gotûbêj kir.