Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Îtalyayê kir

20 March 2025 14:17 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Îtalyayê kir

PeyamaKurd – Îro, 20ê Adara 2025an, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê Niccolo Fontana hevdîtinek pêk anî. 

Di vê civînê de ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone jî beşdar bû, behsa rewşa dawî ya Iraq û herêmê û hemû guherînên pê re û her weha bipêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de hate kirin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de bal hat kişandin ser bipêşvebirina peywendiyên dualî di gelek qadan de, bi taybetî di warê piştgirîkirina reformên hikûmetê, veberhênan û bazirganiyê de.