Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê nû yê Komara Çekyayê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Balyozê nû yê Komara Çekyayê yê li Iraqê Jan Snaidauf kiriye.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de behsa girîngiya pêşxistina peywendiyên dualî û pêkanîna kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê di dema herî zû de hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li Snaidauf kiriye û hêviya serkeftinê di erka wî ya nû de jê re xwestiye û hat gotin, “Balyozê Çekyayê xwest ku pêwendiyên welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda de zêdetir pêş bixe.”
Li gorî daxuyaniyê, mijarên din ên hevdîtinê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û dabînkirina mafên destûrî û aborî yên herêmê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin