Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Polonyayê kir

18 November 2024 15:02 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Polonyayê kir

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Balyozê Polonyayê li Iraqê Margin Kobiak kir.

Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr spasiya balyoz kir ji bo bipêşvexistina peywendiyên dualî û hêviya serkeftinê ji bo karên wî yên pêşerojê xwest.

Balyozê Polonyayê zanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe jî ji bo zêdetir bipêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî jî  di warê bazirganî û çandiniyê de nîşan da.

Di mijareke din a civînê de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku di demeke zû de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.