Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Awistriyayê yê li Iraqê kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, 20ê Adara 2025an, li gel Balyozê Awistralyayê yê li Iraqê Glenn Miles hevdîtinek pêk anî.
Di vê hevdîtinê de, wan behsa xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Awistralyayê de kir.
Her du aliyan girîngî da pêwîstiya damezrandina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de, li gorî destûrê û bi rêzgirtina li çarçoveya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê.
Di heman demê de, di civînê de bipêşveçûnên dawî yên li Iraqê û herêmê jî hatin nirxandin û gotûbêj kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin