Nêçîrvan Barzanî pêswaziya konsulê gistî yê nû yê Holendayê kir

22 January 2025 14:16 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya konsulê gistî yê nû yê Holendayê kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Holanda li Herêma Kurdistanê Adriaan Ijsselstein kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Adriaan Ijsselstein kiriye ji ber ku wî nû dest bi erka xwe kiriye û tekez li ser wê yekê kiriye ku dê hemû cure piştevanî ji bo pêkanîna wî li Herêma Kurdistanê lê bê kirin. 

Her weha biryardariya Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina peywendiyên li gel Holandayê nîşan da.

Konsulê giştî yê nû yê Holendayê kêfxweşiya xwe ya aniye zimên ji ber ku nû dest bi erka xwe kiriye û ragihandiye ku welatê wî amade ye ku zêdetir peywendiyên xwe li gel Hewlêrê geş bike. 

Hêvî jî kiriye ku di heyama serokatiya wî de, peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Holendayê di her warî de zêdetir bi pêş ve biçin.

Her di vê hevdîtinê de mijarên li ser berjewendiyên her du welatan, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê jî hatine gotûbêjkirin.