Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê nû yê Almanyayê kir

13 November 2024 15:02 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê nû yê Almanyayê kir

PeyamaKurd – Medyaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku îro (13ê mijdara 2024an) Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Albrecht von Wittke Konsulê Giştî yê nû yê Almanyayê yê li Hewlêrê kiriye.

Medyaya Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan li ser bihêzkirina pêwendiyên Almanya û Kurdistanê gotûbêj kir.

Di heman daxuyaniyê de hat gotin, “Di hevdîtinê de hilbijartinên vê dawiyê yên Kurdistanê, planên siberojê yên kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê, piştevaniya Almanyayê ya bo Herêma Kurdistanê û bûyerên herêmî hatin gotûbêjkirin.”