Mesrûr Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê Îtalyayê kir

30 November 2024 14:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê Îtalyayê kir

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî îro 30.11.2024an pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Herêma Kurdistanê Michele Camerota kir ku ji ber bidawîbûna erka xwe hatibû serdanê.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya kar û xebatên Konsulê Giştî yê Îtalyayê kir ji bo bipêşxistina pêwendiyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest di erka wî yê bê de.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê pêzanînên xwe yên ji bo hevkarî û hevahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe ya ji bo zêdetir a bipêşvebirina pêwendiyên dualî tekez kir.