Mesrûr Barzanî pêswaziya Konsulê Gistî yê Qeterê kir
PeyamaKurd - îro di 13ê Mijdara 2023an de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Qeterê Huseyn Elî Salih Elfezale kir.
Li gor ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî vekirina konsulxaneya Qeterê û destpêkirina karî wekî Konsulê Giştî yê Qeterê pîrozbahî li Huseyn Elî Salih Elfezale kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir.
Mesrûr Barzanî ragihandiye ku Herema Kurdistanê ji bo bihêzkirin û bipêşxistina pêwendiyên bi Qeterê re amade ye û ew hêvî dike ku Huseyn Elî Salih Elfezale jî, ji bo xurtkirina wan pêwendiyan hemaheng be.
Hatiye daxuyandin ku Konsulê Giştî yê qeterê silav û rêzên Rêzdar Mîrê Qeterê gehandiye Serokwezîr Mesrûr Barzanî û daye zanîn ku Qeter jî girîngiyeke mezin dide peywendiyên bihêz û taybet ên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê.
MÎrê Qeterê jî amadehiya welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re diyar kiriye û bi taybet jî di warên weberhênan û aborî de.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin