Li DYAyê bobelata Helene bû sedema mirina 20 kesan
PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta Florida û Georgiayê ‘bobelata Helene’ bû sedema mirina 20 kesan. Bobelat barana xwurt, bi ava xwurt re, taxê di bin avê de hişt û niha nikarin elektrîkê bidin 4 milyon malan.
Ewlehiya peravê ya DYAyê 9 kesên ku ketibûn ber pêlên avê rizgar kir. Bobelata di asta 4an de, tekneyan roxand, daran xist, alav û kolan di bin avê de hişt. Rêvebirê rewşa lezgîn yê Floridayê Kevin Guthrie ragihand:
“Ez ji we hêvî dikim dernên derve. Li deverên ku bobelatê bandora xwe lê kiriye, 1500 xebatkarên me yên lêgerîn û rizgarkirinê hene. Ji kerema xwe, xwe ji ser rêya me bidin alî ku em jî karê xwe bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin