Li Kenyayê lehiya baranê bû sedema wendabûna 52 kesan

29 May 2024 23:19 0 dîtin
Li Kenyayê lehiya baranê bû sedema wendabûna 52 kesan

PeyamaKurd – Li welatê Kenya yê Afrîkayê li bajarê Mai Mahiuyê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de 52 kes ji ber lehiyê wendabûn.

Rayedarên hukumetê ragihandin ku ji bo kesên ji ber lehiyê bandorê girtine, ji wan re kampan danîne û xebata di kampan de dewam dike. Jimara kampên ku danîne li dora 200 kamp in.

Berdevkê hukumeta Kenyayê Isaac Mwaura ragihand ku jimara kesên ji ber lehiyê mirine gihaye 277 kesan, rewşa hewayê ya nexweş bandorê li 411 hezar kesî kiriye û 56 hezar malbat ji ber lehiyê terka malên xwe kirine.

Ne tenha Kenya lê welatên weka Tanzanya, Somalî û Brûndî ji ber baran û lebiyê perişan dibin.