Tayfûna Yagi, li Vîetnamê bû sedema mirina 127 û wendabûna 54 kesan
PeyamaKurd – Li bakûrê Vîetnamê, Tayfûna Yagiyê (Firtûna Yagiyê) bû sedema afat û qezayan û di encamê de 127 kes mirin, 54 kes hêjî wenda ne. Gelek xanî xerarê dîn, araziyên çandiniyê di bin avê de man û heywan telef bûn.
Li gor ajansa Vietnam Newsê; 764 kes birîndar bûne û ji bo dîtina 54 kesan xebat dewam dikin. Li gor ragihandina Daîra Bergiriyê ya Afetan û Kontrolê; gelek çem ava wan bilind bûye û zerarê daye 48 hezar xaniyan.108 hezar û 330 hektar araziye çandiniyê di bin avê de maye, 1582 tesîsên masiyan zerar dîne,1174 heywanên mezin û 732. 321 heywanên koxan mirine.
Li bakûrê welat, li deverên Cao Bang, Lao Cai, Quang Ninh, Hai Phong û Phu Thoyê tayfun çêbûye û li Quang Ninhê 85 tekne noqav bûne.
Serokwezîrê Vîetnamê Pham Minh Chinh, seredana bajarê Haiphongê kir û ji bo zerara bajêr desteka bi 4 milyon dolarî tesdîq kir.
Berê jî bi sedema bobelata Tayfunê li bakûrê welat li peravên avê 50 hezar kes hatibûn tehliyekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin