Di encama bobelata lehiya li Kenyayê 188 kes mirin
PeyamaKurd – Li rojhilatê Afrîkayê li welatê Kenyayê bi sedema barîna barana zêde li gelek deveran lehî rabû û bi lehiyê re jimara kesên ku mirine, giha 188 kesan. Barana zêde ji meha Adarê heya niha dibare.
Berdevkê hukumeta Kenyayê Isaac Mwaura daxwuyanî da û got ku di 24 seetên dawiyê de 9 kes mirine û heya niha bi temamî 188 kes jiyana xwe ji dest dane.
Berdevk Mwaura got ku roja Duşemê li devera Nakuru li jîngeha Mai Mahiu ji ber baranê bendav roxiyaye û heya niha gihane 50 cesedan. Lehî bi temamî bandorê li 196.296 kesan kiriye û ji 47 herêmên Kenyayê li 28 herêman kiriye.
Rêvebir gotin ku wê baran dewam bike û bila xelk xwe ji deverên di bin lehiyê de dûr bixin û derên bilindahiyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin