Di encama lehiya bajarên Tirkiyê de 11 kes mirin

12 August 2021 18:33 0 dîtin
Di encama lehiya bajarên Tirkiyê de 11 kes mirin

PeyamaKurd – Di encama rabûna lehiyê ya li çend bajarên Derya Reş ên Tirkiyê de, hejmara miriyan derket 11 kesan.

Roja Çarşemê li bajarên Derya Reş ên; Sînop, Kastamonu, Bartin, Samsun û Karabukê ji ber barana zêde lehî rabû û gelek avahî û cihên kar di bin avê de man. Herwiha gelek welatî jî di ber lehiyê de çûn.

Li gorî ragihandina dawî ya îro Pêncşemê ya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) heta niha 11 kesan ji ber lehiyê can daye û xebatên lêgerîna hin kesên din jî berdewam dikin.

AFADê daye xuyakirin ku li Kastamoniyê 10 kes, li Sînopê jî welatiyek di lehiyê de can dane û lêgerînên bo rizgarkirina kesekî din li Bartinê jî berdewam dikin.