Li Bangladesê di encama barîna baranê û rabûna lehiyan de 1,5 mîlyon kes asê man

21 August 2024 21:01 0 dîtin
Li Bangladesê di encama barîna baranê û rabûna lehiyan de 1,5 mîlyon kes asê man

PeyamaKurd - Li Bangladeşê di encama barîna baranê, rabûna ava çeman û di rabûna lehiyan de 1,5 mîlyon kes asê man. Li deverên Feni, Cumilla û Noakhaliyê gelek rê û xanî di bin avê de man. Xebatên rizgarkirinê dewam dikin.

Ragihandin ji aliyê Parastvanên Sînor yên Bangladeşê (BGB) de hat kirin. Rayedarên pêşdebirina avê yên Bangladeşê ragihandin ku li gelek deveran avên rûbaran gihane asta talûke, ji ber ava wan zêde bûne. Dezgeya FFWCê ragihand ku bilindbûna avên çeman gihaye asta herî bilind ya 50 salê dawiyê.

Meterolojiya Bangladeşê radigihîne ku dê rojekî dinê jî barana gur û bi şid dê bibare.