Pistî barîna baranê brûsk li konê malbatê xist û jinekî jiyana xwe ji dest da

08 June 2024 22:02 0 dîtin
Pistî barîna baranê brûsk li konê malbatê xist û jinekî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd – Li bajarê Gümüşhanê li navça Kelkîtê piştî barana zêde hat, brûskê li konê malbatekî xist û jinekî di kon de jiyana xwe ji dest da. Jin a bi navê Tülay Genç (40) ku zarokekî wê hebû li ciyê bûyerê can da.

Bûyer, li gundê Aydoğdu li zozanê Tepîrê li devera Çîmenê çêbû. Malbata ku di kon de dima, piştî baranê ber destê êvara îro brûskê li konê wan xist. Malbat ji Ezirganê ye, bi ajalvaniyê meşxûle û di mehên havînê de dertên zozanê Tepîrê.

Piştî cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, cesedê Tülay Genç birin morga nexweşxana dewletê ya navça Kelkîtê.