Hisyariya barîna berf û baranê ji bo çend parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hat dayîn

18 December 2021 12:30 0 dîtin
Hisyariya barîna berf û baranê ji bo çend parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê hat dayîn

PeyamaKurd – Rêveberiya Keşnasiya Îranê, di derbarê barîna berf û baranê de li başûrê parêzgeha Urmiyê û parêzgeha Sine yên Rojhilatê Kurdistanê de hişyarî da û daxwaz ji welatiyên wan parêzgehan kir, di malên xwe de bimînin û eger pêwîst nebe, çûn û hatinê nekin.

Li sînorê bajarê Şino berfeke zêde bariya ye û rêyên serekî yên wî bajarî hatine girtin. Herwiha zêdeyî 100 otomobîl di rêya Urmiye, Şino û Xoy de mane asê ku piştî hewldaneke zêde ji aliyê tîmên Heyva Sor ve hatin rizgarkirin.

Herwiha berf, baran û mij û moranê wiha kiriye ku Balafirxaneya Urmiyê bê girtin û geştên esmanî bên hilweşandin. Hevdem Rêveberiya Perwerdê ya Parêzgeha Urmiyê diyar kir, dibistanên Urmiyê ji ber berf û sermayê ji roja Şemiyê ve tên girtin.

Di heman demê de li piraniya bajarên parêzgeha Sine baran dibare û derbarê rabûna lehiyê li bajarên Bane, Merîwan, Seqiz û Sewlawa û rojavayê Sine de hişyarî tê dayîn. Li gor pêşbîniya keşnasiyê, ji roja Duşemê ve pêleke berf û baranê parêzgehê digre û heta roja Şemiyê berdewam dibe.