Ji bo hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berf û baranê hate dayîn
PeyamaKurd - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bo hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê û hin bajarên Tirkiyê hişyariya berf û barana zêde da û dawxaza wergirtina tedbîran bo bûyerên nexwestî kir.
Li gorî daxuyaniyê, tê pêşbînîkirin li bajarên Semsûr, Mereş, Diyarbekir, Çewlig, Meletî, Ezirgan, Sêwas, Dêrsim û Batmanê berf û baran tevlîhev bibare.
Di hişyariyê de ji welatiyan hate xwestin, ji ber egera lehî, şape û hezazê baldar bir û ji bo di çûnûhatê de astengî çênebin tedbîrên xwe bistînin.
Tê pêşbînîkirin ku di nav 24 saetên bê de, li wan bajaran berf û baran bandora xwe zêde bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin