Ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berf û barana zêde!

03 November 2024 10:01 0 dîtin
Ji bo 7 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berf û barana zêde!

PeyamaKurd – Ji bo hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Saziya Keşnasiyê Meteorolojiyê ve hişyariya barîna barana zêde û ‘koda zer’ hate dayîn.

Li gorî hişyariya meteorolojiyê, îro Yekşemê 3yê Mijdarê ji danê sibehê ve li Mêrdîn, Şirnex, Batman, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg, Wan û derdora Diyarbekirê baraneke tund dibare.

Herwiha li bilindahiyên başûrê Wanê, Colemêrg û Şirnexê jî tevî baranê dê berf bandora xwe nîşan bide ku ji bo bûyerên nexwestî û lehiyan ji welatiyan daxwaz hatiye kirin, tedbîrên xwe bistînin.