Ji bo dehan bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berfa zêde û asîtê…
PeyamaKurd – Ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarîya barîna berfa zêde û bobelatên aşîtê hat dayîn.
Li bajarên Qers, Erdexan, Dêrsim, Batman, Sêrt, Mereş, Meletî, Xarpêt, Erzingan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Wan, Ezirom, Diyarbekir û navçe û gundewarên wan bandora berfê zêde dibe.
Li gorî zanyariyan heta niha li gelek deverên wan bajaran rê hatine girtin û xebatên vekirina rêyan berdewam dikin.
Saziya Meteorolojî ya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo wan bajarên Bakurê Kurdistanê, hişyarî daye ku bandora berfê her diçe zêde dibe û ji ber zêdebûna qalindibûna berfa li erdê ketiye jî hişyarîya ketina aşitan hatiye dayîn.
Ji bo welatî xwe ji metirsiya bobelatên zivistanê biparêzin jî hatiye xwestin ku tedbîrên xwe bistînin û otomobîl jî heta rênimayên trafîkê pêk neyînin dernekevin ser rêyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin