Ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berfê hat dayîn

27 March 2023 20:11 0 dîtin
Ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya berfê hat dayîn

PeyamaKurd – Ji bo 6 bajarên Bakurê Kurdistanê Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Qers, Idir û Agiriyê hişyariya berfê hat dayîn.

Saziya Meteorolojî ya keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro 27ê Adarê bi sedema ku wê berf û baran tevlîhev bibare, ji bo bajarên Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Qers, Idir û Agiriyê hişyarî da.

Ji hemwelatiyan hat xwestin ku li wan bajar û navçeyan tedbîrên pêwîst werbigrin.

Hatiye diyarkirin ku li gorî pêşbîniyan wê pileya germê jî dakeve û li hin deveran qeşem çêbibe û hat xwestin, yên derkevin trafîkê bi tedbîr tevbigerin.

Ji ber barîna zêde ya baranê li bajarên Bakurê Kurdistanê hîn metirsiya rabûna lehiyan jî berdewam dike û herî dawî şeva borî dîsa li bajarên Xarpêt û Rihayê lehî rabûn û lehiyan ziyan bi xwe re anî.