Hisyariya berfê ji bo gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hat dayîn
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê di pêşbîniya îro 25ê Mijdarê de diyar kir ku di rojên bê de wê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê hewaya sar bandora xwe nîşan bide û ji vê êvarê ve li gelek bajaran berf bibare.
Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, wê li bajarê Elezîz, başûrê Meletî, Semsûr, bakur û başûrê Diyarbekirê, Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Colemêrg û derdora Sêrtê berf bibare.
Herwiha eşkere kir, germahiya hewayê wê di asta asayî ya demsalê de be.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê li ser egerên lehî û kêşeyên din ên ji ber hewayê jî hişyarî dan.
ELEZÎZ, 11°C
ERZIROM, 8°C
QERS, 10°C
WAN, 9°C
DIYARBEKIR, 13°C
DÎLOK, 12°C
SÊRT, 12°C
RIHA, 15°C

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin