Meteorolojiya Tirkiyê hisyariya barîna berfê ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê da
PeyamaKurd – Rêveberiya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, sibê li Erzirom, Erzîncan û Agiriyê baraneke bihêz û tevî van bajaran, li deverên bilind ên Qersê jî barîna berfê tê pêşbînîkirin.
Herwiha di daxuyaniyê de ji ber baran û berfê li ser îhtîmala lehî, cemed û pirsgirêkên gihandinê, hişyarî hat dayîn.
Rêveberiya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê ya Tirkiyê pêşbînî dike ku baran û berfa bihêz, li piraniya herêmê piştî danê êvarê bandora xwe sivik bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin