Meteorolojiya Tirkiyê hisyariya germahiya zêde ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê da

01 June 2022 12:04 0 dîtin
Meteorolojiya Tirkiyê hisyariya germahiya zêde ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê da

PeyamaKurd – Meteorolojiya Tirkiyê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde da.

Li gor Rêvebiriya Herêma 15. ya Meteorolojiya Tirkiyê diyar kir, wê di navbera 1 û 5ê Hezîranê de, pileyên germahiyê zêde bibin û bi taybetî di navbera saetên 11:00 - 16:00an ên wan 5 rojan de divê welatî agahdar bin.

Herwiha hat ragihandin, wê di navbera 1 û 5ê Hezîranê de pileya germahiyê bo 36-40 dereceyan bilind bibe û bang û daxwazî hatiye kirin ku kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hebin û kesên kal û zarok di wan saetan de dernekevin derve.