Rêveberiya Kesnasiya Tirkiyê hisyariya barana zêde da
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyariya barana zêde ji bo hejmarek parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê da.
Rêveberiya Keşnasiyê di raporta pêşbîniya keşûhewayê ji bo îro 13ê Hezîrana 2022ê li ser 5 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 42 parêzgehan de hişyarî da û ji welatiyan daxwaz kir ku di egera karesatên lehiyê de tedbîrên xwe werbigrin.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiye li ser parêzgehên Colemêrg, Wan, Sêwaz, Şirnex, Gumgum ên Bakurê Kurdistanê û 37 parêzgehên Tirkiyê pêşbiniyên keşûhewayê belav kir û got: “Baran dem bi dem wê li seranserê welat bibare.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin