Rêveberiya Rojava li ser bombebarana Tirkiyê bang li Amerîka û Rûsyayê kir!
PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, derbarê pêla nû ya bombebarana artêşa Tirkiyê ya bi balafirên bêmirov li ser binesaziya herêmê daxuyaniyeke şermezarkirinê belav kir.
Di daxuyaniyê de bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê jî hate kirin ku helwesteke zelal û eşkere li hember van êrîşan nîşan bide û divê êrîş bi dawî bibin.
Rêveberiya Xweser ji Rûsyayê jî xwest, helwesteke zelal li hember vê aloziyê nîşan bide ku êrîşên Tirkiyê metirsiyê ne tenê li dijî herêmên wan gefeke rasterast li dijî hemû herêmên Sûriyeyê çêdikin.
Hate diyarkirin ku Tirkiye nêzî sê meh in bênavber êrîşan dike û vê nêzîkatiyê zêdetirî 10 salan e dimeşîne û hewl dide tevlîheviyê derxe ku bênavber êrîşan tîne ser binesazî, cihên petrolê û saziyên xizmetguzariyê.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Em bang li pêkhateyên cûda yên gelê xwe dikin ku weke her carê û mîna salên aloziyê yek dest bin, li hember fitne, tevlîhevî û wêraniyê, hişyar bin û xwedî li projeya neteweya demokratîk derkevin.. Em soz didin gelê xwe ku em ê parastina destkeftiyên xwe bikin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta ku armancên xwe di avakirina îrade û civakeke azad, pêk bînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin