Nûnera Rêveberiya Xweser a Amerîkayê: Banga Ocalan wê bandorê li Rojava jî bike
PeyamaKurd – Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya DYAyê Sînem Abdullah got, “Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyama aştiyê ye. Ew ê bandoreke erênî li hemû herêmê, Tirkiye û Rojava jî bike.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî doh êvarê bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî civîna çapemeniyê ya ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Kulûba Çapemeniyê ya Neteweyî ya li paytexta DYA Washington DC li dar xistibû, bû.
Piştî civînê Nûnera MSDê ya DYAyê Sînem Abdullah li ser banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo rêxistinê axivî.
Abdullah got, “Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyama aştiyê ye. Di serî de Tirkiye û Rojava wê bandoreke erênî li hemû herêmê bike. Tirkiye bi hinceta PKKê êrîşî Rojava dike. Eger hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, ev yek wê bandoreke erênî li Rojava bike."
Abdullah li ser pirseke derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Rojava wiha got:
“Tê zanîn ku hêzên Amerîkayê li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rolek pir girîng dilîzin. Di şerê li dijî DAIŞê de destekeke mezin da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD). Bi saya vê piştgiriyê HSDê xîlafeta DAIŞê ya li herêmê bi dawî kir. Lê DAIŞ hîn jî heye û çekdarên wê jî gefan li herêmê dixwin. Em dizanin ku hêzên Amerîkî zû yan dereng wê vekişin, lê di wê rewşê de em dixwazin ew bimînin. Em dixwazin ew bimînin û piştgiriya me bikin heta ku Sûriyeyeke nû ava bibe, Sûriyeke demokratîk û nenavendî ku mafên hemû pêkhateyên wê û Kurdan jî misoger bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin