Nûnera Amerîkayê banga navbeynkariya aliyê sêyemîn li Hewlêr û Bexdayê kir
PeyamaKurd – Berpirsa Karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê Barbara Leaf, di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de ku hefteya borî serdana Hewlêrê jî kiribû, li Îmarata Erebî civîneke rojnamevanî li dar xist.
Barbara Leaf, derbarê hevdîtinên xwe yên li Iraq û Kurdistanê de daxuyanî dan û li ser biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê li ser yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê fikarên xwe anîn ziman.
Leaf diyar kir ku wê li Bexda û Hewlêrê hevdîtin bi hemû aliyên sivîl û fermî re pêk anîne û nêzîkatiya rêveberiya Joe Biden bi wan re parve kiriye.
Herwiha Leaf got ku polîtîkaya Amerîkayê li ser piştevaniya serwerî û ewlehiya Iraqê ava bûye û da zanîn ku Amerîka ji ber bûyerên tundiyê yên li Iraqê nîgeran e.
Li ser hewldanên bo çareserkirina neliheviyên Hewlêr û Bexdayê yên enerjîyê û mijarên din jî Leaf diyar kir, wê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê de, bibe sedema krîzeke aborî û Washingtonê di vê mijarê de fikarên xwe bi zelalî gihandine herdu aliyan.
Barbara Leaf da zanîn: “Lewra jî min pêşniyar kir, Bexda û Hewlêrê ligel aliyê sêyemîn gotûbêjan bikin. Bawer dikim peyama min ji aliyê Bexda û Hewlêrê ve hatiye fêmkirin. Bawer dikim ku dê lîderên siyasî yên herdu aliyan jî ji bo gotûbêjkirina bi rêyeke navbeynkariya fermî çareseriyekê bibînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin