Nûnera MSDyê ya li Amerîkayê: Bêçekdarkirina Kobanê nayê wateya bêparastinhistina gel
PeyamaKurd – Piştî ku komên çekdar ên bi pêşengiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) li Sûriyeyê desthilatdarî bi dest xistin, pêşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî Kobanî ya ku di bin gefa êrîşên komên çekdar ên bi piştgiriya Tirkiyeyê de ye, peyamek weşand û got: “Em bi biryar in ku li tevahiya Sûriyeyê agirbesteke berfireh pêk bînin. Em amadebûna xwe radigihînin ku ji bo avakirina herêmeke bêçek li Kobanê bi veguhestina hêzên ewlehiyê yên di bin çavdêrî û amadebûna Amerîka de, pêşniyar bikin. Ev destpêşxerî ji bo li ber çavan bigire fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û dabînkirina îstiqrara daîmî ya li herêmê ye.”
Li ser vê mijarê Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Amerîkayê Sînem Mihemedê ji Rûdawê re got, çekdanîna Kobanê nayê wateya bêparastinhiştina xelkê.
Sînem Mihemedê diyar kir ku piraniya endamên Kongreya DYAyê piştgiriyê didin kurdan û diyar kir ku li Sûriyê rewşeke nû derketiye holê û divê kurd projeyekê amade bikin û bi Amerîkayê re li ser maseyê rûnin.
Nûnera Meclîsa Sûriya Demokratîk a li Amerîkayê Sînem Mihemedê weha dewam kir:
“Divê em kurd projeya xwe amade bikin û biçin Amerîkayê. Piraniya endamên Kongreya Amerîkayê piştgiriya kurdan dikin. Amerîka difikire ku divê hemû komên li Sûriyeyê xwedî hin mafên xwe bin. Divê partiyên kurdî jî bibin yek. Tirkiye dixwaze ne tenê dagirkirina Kobanê, lê belê dixwaze tevahiya xaka Sûriyê dagîr bike. Bêçekkirina Kobanê nayê wateya bêparastinhiştina gel.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin