Eraqçî: Ji aliyê teknîkî ve derfeta danûstandinê bi Amerîkayê re nîne
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yî Îranê Ebas Eraqçî li ser daxuyaniyên rêveberiya Washingtonê yên derbarê ji nû ve destpêkirina danûstandinan de got ku niha ji hêla teknîkî ve ti derfeta gotûbêjan bi Amerîkayê re tune ye.
Eraqçî got: “Ji aliyê teknîkî ve bi Amerîkayê zemîna mizakereyan a adil tune ye. Lê belê xelkê Îranê dikare bi berxwedana xwe zorê bide ser wan aliyan ku dorpêçên xwe rakin.”
Wezîrê Îranê diyar kir ku niha fişara li ser wan hatiye zêdekirin û ti rewşeke danûstandinan bi Amerîkayê bikin tune ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin