Qeter: Danûstandinên teknîkî yên agirbesta Xezeyê didomin

07 January 2025 20:01 0 dîtin
Qeter: Danûstandinên teknîkî yên agirbesta Xezeyê didomin

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku danûstandinên teknîkî yên bo pêkanîna agirbesta Xezeyê bi herdu aliyên Îsraîl û Hemasê re berdewam dikin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Qeterê Macid el-Ensarî ku welatê wî navbeynkariyê di navbera Îsraîl û Hemasê de dike, ragihand, “Di navbera herdu aliyan de hê jî hevdîtinên teknîkî berdewam dikin. Niha civîna esil pêk nayê.”

 Ensarî got, li ser hurgiliyên agirbestê danûstandin didomin û gelek mijar têne guftûgokirin.

Hêjayî gotinê ye, agirbesta Xezeyê li ser berdana dîlên Îsraîlî û serbest berdana bi sedan girtiyên Filîstînî yên li Îsraîlê tê kirin ku hîn herdu aliyan mercên hevdû qebûl nekirine.