Danûstandinên qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê dest pê dikin

04 February 2025 20:00 0 dîtin
Danûstandinên qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê dest pê dikin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku şanda Îsraîlê ji bo danûstandinên qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê derbasî Doha ya paytexta Qeterê dibe.

Nivîsgeha Serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku şanda Îsraîlê xwe ji bo danûstandinên qonaxa duyem a agirbestê amade dike û dê di rojên pêş de biçe Dohayê.

Agirbesta Xezeyê 19ê Çileyê  2025an ketiye meriyetê ku ji 3 qonaxan pêk dihat. Qonaxa yekê ji pevguhertina hejmarek dîlan û girtîyên filîstînî û vekirina deriyên alîkariyê pêk dihat. Di demeke ku qonaxa yekê berdewam dike de ji bo qonaxa diduyan jî danûstandin dest pê dikin. Di qonaxa duyem de, biryar e hemû dîlên Îsraîlî bêne berdan.

Danûstandinên agirbestê bi navbeynkariya Qeter, Misir û Amerîkayê birêve diçin.