PYD: Danûstandinên bi ENKSê re berdewam in, qonaxa duyem li nêzîk dest pê dike
PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim, li ser nûçeyên rawestandina danûstandinên wan bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re got ku danûstandin ranewestiyane û di demeke de nêzîk de qonaxa duyemîn a danûstandinan dest pê dike.
Hevserokê PYDê Enwer Muslim ji K24ê re daye xuyakirin, danûstandinên yekrêzî û yekhelwestiya Kurdî yên di navbera PYD û ENKSê de nehatine rawestandin û diyar kir, qonaxa duyem ya danûstandinan jî wê di demeke kurt de destpê bibe.
Enwer Muslim got, di civînên qonaxa duyemîn de, wê pirsên girêdayî Partiyên Yekîtiya Niştimanî û ENKSê werin guftûgokirin, lê dema behsa pirsên girêdayî saziyên din (wek pirsên serbazî û Rêveberiya Xweser) bên kirin, dê ew sazî jî beşdarî civînan bibin.
Beriya niha Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dabû xuyakirin ku qonaxa yekemîn a pêvajoya dîyaloga Kurdî- Kurdî bi serkeftî derbas bûye û ew derbasî asta duyemîn dibin.
Ji aliyê xwe ve rêveberê TEV-DEMê Aldar Xelîl jî hefteya borî gotibû, danûstandinên navbera PYD û ENKSê yên yekrêziyê rawestiyan e, lê ENKSê ew daxuyanî red kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin