Berdevka PYDê naveroka danûstandinên qonaxa duyem eskere kir

22 June 2020 00:04 0 dîtin
Berdevka PYDê naveroka danûstandinên qonaxa duyem eskere kir

PeyamaKurd - Berdevka Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Sema Begdaş got, niha amadekarî ji bo qanxa dûyem a danûstandinên ENKS û PYNKê têne kirin.

Li ser mijara danûstandinên Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sȗriyê (ENKS) ȗ Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd (PYNK) Berdevka PYDê Sema Begdaş ji K24ê re ragihandiye ku niha amadekarî ji bo qonaxa duyemîn a danustandinan têne kirin.

Begdaş dibêje, wê di qonaxa duyem de li ser mijarên rêvebirinê, aborî ȗ leşkerî komîte bêne avakirin.