Amerîka: Em di qonaxa dawî ya danûstandinên atomî yên Îranê de ne
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê di derbarê rêkeftina atomî de axivî û diyar kir, ew di qonaxa dawî ya danûstandinên atomî yên Îranê de ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Ned Price da zanîn, ew di qonaxa dawî ya danûstandinên nerasterast a ligel Îranê de ne ji bo zindîkirina rêkeftina atomî ya sala 2015an, bi awayekî ku rê li ber çalakiyên atomî yên Îranê bigire.
Ned Price eşkere kir, di rastiyê de ew di qonaxa yekalîker de ne ku ji wan re xuya bike, gelo ew dikarin vegerin plana karê hevbeş yan na.
Price herwiha destnîşan kir, danûstandinên rasterast di navbera Washington û Tehranê de, wê di berjewendiya Amerîkayê de be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin