Borell: Danûstandinên Vîyena yên ligel Îranê gihîstine qonaxa dawî

09 February 2022 17:32 0 dîtin
Borell: Danûstandinên Vîyena yên ligel Îranê gihîstine qonaxa dawî

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, derbarê hevdîtinên nukleerî yên li Vîyenayê ligel Îranê berdewam dikin de daxuyanî da.

Borrell diyar kir ku danûstandinên li Vîyenayê didomin gihîştine qonaxa dawîyê û got: "Hêvîdarim di çend hefteyên pêşiya me de, em ê bigihin rêkeftinê. Ji ber ku mijar gelekî nepenî ye naxwazim hurgiliyan bidin.”

Herwiha Borell daye zanîn ku pêşniyarên her du aliyên Amerîka û Îranê hene û diyar kir, pirsa herî mezin paşxistina çalakiyên nukleerî yên Îranê ye ku di vê mijarê de gihîştine qonaxa dawiyê.