Amerîka: Di hevdîtinên Vîyena yên ligel Îranê de pêsketin heye!

29 December 2021 19:04 0 dîtin
Amerîka: Di hevdîtinên Vîyena yên ligel Îranê de pêsketin heye!

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price, derbarê destpêkirina gera 8emîn a danûstandinên vegera li peymana nukleerî yên ligel Îranê de daxuyanî da.

Ned Price di civîna rojnamevanî de derbarê hevdîtinan de got: “Di hevdîtinên van rojên dawî de, em pê hesiyan ku pêşketinek dikare bibe.”

Price diyar kir ku divê hemû alî bi bawerî û rihekî çêker pêşketinê ava bikin û da zanîn: “Hîn zû ye bê bingeheke madî ya vê pêşketinê heye yan na.”

Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan berî destpêkirina hevdîtinên gera 8an gotibû, ya destpêkê divê pêşî ceza û amborgeyên li ser Tahranê bên rakirin.