Rusya: Hevdîtinên ligel Amerîkayê, hatin rawestandin

08 December 2022 16:00 0 dîtin
Rusya: Hevdîtinên ligel Amerîkayê, hatin rawestandin

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Ryabkov ragihand ku hin hevdîtinên li ser peymana New STARTê ya di navbera Rusya û Amerîkayê de hatine rawestandin.

Sergey Ryabkov, di derbarê rojeva giştî de ji bo rojnameya Îzvestiyayê axivî û bal kişand ser pêwendiyên niha yên navbera Amerîka û Rusyayê. Ryabkov  da zanîn ku niha hevdîtinên li ser peymanên navbera Rusya û Amerîkayê hatine rawestandin û got,

“Hevdîtinên navbera rayedarên Rusya û Amerîkayê yên li ser Îstiqrara Stratejîk û Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (New START) hatine rawestandin lê belê nehatine bidawîkirin.

Di çarçoveya Peymana New STARTê de me civîna komîsyona şêwirmendiyê ya dualî taloq kir, me ew betal nekir. Di derbarê dîrokeke berdest de fikirekî min tuneye.”

Ryabkov diyar kir ku biryara bipaşxistina civîna New STARTê, zehmet bû û wiha got: "Destwerdana Amerîkayê ya li Ukrayna û derdora wê ya ku her diçe xeternaktir dibe, ji aliyê me ve bi caran hat diyarkirin ku bandora vê yekê rasterast li ser kirin û nekirina civînê heye.”

Sergey Ryabkov, di dawiya axaftina xwe de li ser vegera hevdîtinan jî şertê welatê xwe anî zimên û got,

“Heger Amerîka bigihêje kamilbûna ku diyaloga îstiqrara stratejîk ji nû ve bide destpêkirin, em ê amade bin. Em dizanin ku ev yek dê ne hêsan be, diyalog, berê jî bi zehmetî dihat rêvebirin.”