Wezîra Amerîkayê: Hevdîtinên ligel Çînê, çeker in

10 July 2023 15:00 0 dîtin
Wezîra Amerîkayê: Hevdîtinên ligel Çînê, çeker in

PeyamaKurd- Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen, di derbarê hevdîtinên navbera Çîn û Amerîkayê de ragihand ku hevdîtin çeker in û diyar kir ku ‘cîhan têra herdu welatan dike.’

Janet Yellen a ku di serdana xwe ya 4 rojan a Çînê de bi giştî 10 saetan bi rayedarên Çînê re hevdîtin kirin de van hevdîtinên xwe wekî "çêker" nirxand û got ku "Em difikirin ku cîhan ji bo pêşketina herdu welatan têra xwe mezin e." 

Yellen, li Balyozxaneya Amerîkayê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku Amerîka û Çîn di gelek mijaran de li hev nakin û ew di wê baweriyê de ye ku serdana wê dê xebatên ji bo ewlekirina pêwendiyên herdu welatan zêdetir bike.

Wezîr Yellen destnîşan kir ku ew û Serokê Amerîkayê Joe Biden, têkiliya di navbera herdu welatan de wekî şerê desthilatdariyê nabînin û ew bawer dikin ku cîhan ji bo pêşketina herdu welatan têra xwe mezin e.

Yellen diyar kir ku armanca serdana wê ew e ku têkiliyên bi tîma nû ya aboriyê ya Çînê re kûr bike, xetereya şaşfêmkirinê kêm bike û di mijarên wekî guherîna avhewayê de rê li ber hevkariyê veke û got,

"Ez difikirim ku me hin pêşkeftin bi dest xistine. Em difikirin herdu welat dikarin hem ji bo xwe hem jî ji bo cîhanê têkiliyeke aboriya saxlem hebe. Em li bende ne ku di asta karmendan de dan û stendin zêde bibe.