Wezîra Amerîkayê, çû serdana Çînê
PeyamaKurd- Wezîra Bazirganiyê ya Amerîkayê Gina Raimondo, di çarçoveya serdaneke çar rojî ya Çînê de derbasî Pekînê bû.
Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Gina Raimondo bi mebesta bihêzkirina pêwendiyên bazirganiyê yên di navbera herdu aboriyên herî mezin ên cîhanê de û ragihandina bergirên bazirganî yên ewlehiya neteweyî ya Amerîkî ku ne muzakere ne.
Hat diyarkirin ku piştî Raimondo gihîşt Pekînê, ji aliyê karbidestek Wezareta Bazirganî ya Çînê Lin Feng ve hat pêşwazîkirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku tê payîn wezîra Amerîkî sibê û sêşemê bi rayedarên Çînê re li Pekînê hevdîtinên dualî pêk bîne û piştre jî derbasî Şanghayê bibe.
Li gorî hat ragihandin, Balyozê Amerîkayê yê Çînê Nicholas Burns jî dê di hevdîtinan de ligel Raimondo be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin