Rusya: Civîna New STARTê ya ligel Amerîkayê, hat taloqkirin

29 November 2022 17:00 0 dîtin
Rusya: Civîna New STARTê ya ligel Amerîkayê, hat taloqkirin

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ragihand ku civîna çavdêriyê ya Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk a bi rayedarên Amerîkayê re hatibû destnîşankirin, hatiye taloqkirin.

Civîna teftîşê, dihat plankirin ku di navbera 29ê Mijdarê û 6ê Kanûnê de li paytexta Misirê ya Qahîreyê were rêvebirin û ji bo cîbicîkirin û çavdêriya Peymana Nû ya Kêmkirina Çekên Stratejîk (New START) ku di sala 2010an de di navbera Rusya û Amerîkayê de hatibû destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev plansazî û civîn hatine taloqkirin lê belê sedemên wê nehatin eşkerekirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rusyayê Sergey Ryabkov, di destpêka vê mehê de gotibû ku danûstendinên di navbera Rusya û Amerîkayê de dê bi mebesta destpêkirina vekolînan a di çarçoveya New STARTê de bên kirin.