Dema civîna danûstandinên stratejîk ên ligel Amerîkayê eskere bû
PeyamaKurd – Dîroka destpêkirina yekem civîna danûstandinên bo rêkeftina stratejîk ên Amerîkayê ligel Iraq-Kurdistanê hat eşkerekirin.
Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand, civîna danûstandinên stratejîk 11ê Hezîranê tê sazkirin.
Îsa herwiha da zanîn ku heyeta Herêma Kurdistanê jî beşdariyê li wan danûstandinan dike.
Herwiha hat zanîn ku wê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî seroktiya şanda Kurdistanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin