Mesrur Barzanî bi Matthew Tueller re danûstandinên stratejîk ên ligel Amerîkayê gotûbêj kir

02 June 2020 16:43 0 dîtin
Mesrur Barzanî bi Matthew Tueller re danûstandinên stratejîk ên ligel Amerîkayê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê bi Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew H. Tueller re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê, Steven Fagin jî amadehî kir de, rewşa Iraq, deverê û pêşxistina pêwendîyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gengeşe kirin.

Balyozê Amerîkayê li Iraqê bal kişand ser girîngîya danûstandinên stratejîk ên di navebra Amerîka û Iraqê de û diyar kir, biryar e di vê mehê de bi encam bibin û Herêma Kurdistanê jî tê de pişikdar be.

Matthew Tuleller got, “Em hemû hewlekê didin ji bo alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybet ji bo borandina vê rewşa dijwar a aborî ku bi sedema belavbûna koronayê durist bûye.”

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di civînê de, tekezî li ser giringîya pişikdarîya Herêma Kurdistanê di danûstandinên stratejîkî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de kir û xwest, encamên wê li berjewendîya tevahiya pêkhateyên Iraqê be.