Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller biryara Dadgeha Federal a Iraqê gotûbêj kirin: Nayê qebûlkirin!

16 February 2022 18:39 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tueller biryara Dadgeha Federal a Iraqê gotûbêj kirin: Nayê qebûlkirin!

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tueller de, biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê gaz û petrola Herêma Kurdistanê de hat gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî got, ew biryar nayê qebûlkirin û pêwîst e Dadgeha Federal di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkan û proseya siyasî ya Iraq tê de derbas dibe gav bavêje.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî di civînê de bibîr xist ku Herêma Kurdistanê her tim daxwazkarê çaraseriya pirsgirêkan bi rêya çarçoveya destûrê ye û diyar kir, pêngavên bi wî rengî ti xizmeta aramî û seqamgeriya welat nakin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dadgeha Federal a Iraqê doh 15ê Sibata 2022yan biryarek li ser hinardekirin û firotina petrol û gaza Herêma Kurdistanê derxistibû û di biryarê de ragihandibû ku firotina petrol û gaza Kurdistanê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve dijî yasa û Destûra Bingehîn a Iraqê ye û pêwîste hemû dahat radestî hikûmeta Bexdayê bê kirin.