Nêçîrvan Barzanî bi General Matthew McFarlane re civiya

16 October 2022 15:41 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî bi General Matthew McFarlane re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 16ê Cotmehê li Hewlêrê, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Suriyê General Matthew McFarlane û şandeya pê re civiya.

Piştî civînê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên di warê emnî de û gef û metirsiyên terorê û rûbirûbûna DAIŞê li Iraq û Sûriyê û dawî peymana hevtêgihiştinê ya Pêntagonê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, prosesa çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmerge hatine gotûbêj kirin.

Hat diyarkirin ku herdu aliyan tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo ji navbirina bi temamî ya DAIŞê û jinavbirina metirsiyên wan li ser aştî û aramiya Iraq û Sûriyê û navçeyê kirin.

General McFarlane tekezî li ser pêgirbûna Hevpeymaniya Navnetewî ya li ser berdewamiya palpiştiya Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de kir û her du alîyan hevkarî û hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge bo şerê dijî terorîstên DAIŞê bi pêwîstî zanî.

Herwiha di civînê de, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, geşedanên prosesa siyasî, hilbijartina Serokomarê Iraqê û erkdarkirina Serokwezîrê nû ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta nû ya Iraqa Federal, pêşhatên herêmî bi giştî û çend mijarên din hatin axaftin.

Hat diyarkirin ku di civînê de, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê û Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê jî amade bûn.