General McFarlane xatirê xwe ji Serok Barzanî xwest
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a leşkerî kir ku ji General Matthew McFarlane Fermandarê Giştî yê berê yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê û Generalê nû General Joel Vowell pêk hatibû.
Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de hatiye diyarkirin, di civîna li Selahedînê de li gel fermandarên giştî yên berê û nû yên Hevpeymaniya Navdewletî, General McFarlane ji bo xatirxwestinê û nasandina fermandeyê nû yê hêzên hevpeyman serdana Serok Barzanî kir.
McFarlane kêfxweşiya xwe ji bo hemahengiya serkeftî li gel hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê nîşan da û pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de nîşan da.
Serok Barzanî spasiya hewlên General McFarlane kir û pêşwaziya General Joel Vowell fermandeyê nû yê hêzên hevpeyman li Iraq û Sûriyê kir.
Herwiha tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeyman kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin