Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, General Joel Vowell qebûl kir

03 August 2024 23:20 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, General Joel Vowell qebûl kir

PeyamaKurd – Fermandarê hêzên koalisyona li hemberê IŞIDê yê Sûriyê û Iraqê General Joel Vowell, bi sedema wexta wezîfa wî ya li herêmê qediya, seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û Barzanî li baregeha xwe ew qebûl kir.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di qebûlê de Nêçîrvan Barzanî ji ber xizmeta Vowell sipasiya wî kiriye û di karê wî yê nûh de jê re serkeftinê xwestiye.

Barzanî, her weha ragihand ku wê desteka wan ya ji bo koalîsyonê, ji bo têkbirina IŞIDê li Kurdistanê û Iraqê dewam bike.

General Vowell ragihand ku ji ber xebata xwe ya li Sûriyê û Iraqê gelek raziye û di wexta xebata xwe de ji ber desteka Kurdistanê sipasiya destahilata Kurdistanê kir û got ku dewama desteka koalisyona navdewletî ya ji bo Kurdistanê û Iraqê gelek girînge.

Di daxwuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin ku fermandarê giştî yê hêzên Pêşmerge û ji her dû terefan gelek kes tevlî civatê bûne û weha dewam kir:

“IŞID, bera jî tehdîdekiye û li herêmê aştiyê û îstîqrarê tehdîd dike û herkes di mijarê de hemfikre.”

Her dû teref di hevdîtinê de, behsa tevgerên IŞİDê yên li herêmê, rewşa Sûriyê û Iraqê û pêşdeçûnên dawiyê yên li herêmê, kirin.