Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîsa ser TUSASê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa ser TUSAŞê ya li Ankarayê şarmezar kirin. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya di ser Xê de weha got:
“Ez îro êrîşa terorî ya li Ankara hat kirin, şermezar dikim. Di’ayên min bi malbatên qurbaniyan re ye. Ji bo birîndaran şîfayê dixwazim. Li dijî terorê em bi xelkê Tirkiyê û hukumeta Tirkiyê re ne.”
Peyama serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrîşa ser TUSAŞê ya li Ankara peyamekî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de belav kir û di peyama xwe de got:
“Ez êrîşa terorî ya Ankara şermezar dikim. Min sersaxiyê da wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan. Di’ayên min bi malbatên qurbaniyan re ye. Ji bo birîndaran şîfayê dixwazim.”
Li bajarê Ankara êrîşa çekdarî hatibû kirin bo ser şîrketa TUSAŞê ku hilberîna sanayiya balafiran dike û êrîş seet di 15.30an de bû bû. Di encamê de 5 kes mirin û 22 kes birîndar bûn.
Heya niha nasnama êrîşkeran nehatiye ragihandin lê li gor wezîrê navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya; çalakî wekî ku PKK kiribe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin