Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî seredana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şaban îro (Sêşem) ragihand ku wê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sibê an ku roja Çarşemê seredana Tirkiyê ya payîtext Ankara bike.
Şahab ragihand ku wê Nêçîrvan Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtin bike û got:
“Têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê yên bi Tirkiye re û pêşdeçûnên li herêmê, dê mijarên wan bin. Gelek mijar hene ku berjewendiyên hevpar eleqedar dikin û wê li ser wan mijaran gotûbêjan bikin.”
Li gor ragihandina Rûdawê jî; wê her dû teref li ser mijarên pêşdebirina têkiliyên duqolî, rewşa li herêmê, şerê navbera Îsraîl û Hîzbûllahê li ser Iraqê û welatên din çi bandorê dike, dê li ser wan biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin