Serokwezîr Barzanî bi General McFarlane re civiya

15 January 2023 16:48 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi General McFarlane re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Çile roja Yekşemê,  li paytext Hewlêrê, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Matthew McFarlane kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de geşedanên dawî yên Iraq û herêmê, berdewamiya piştevaniya hêzên Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de, gefên terorîstên DAIŞê û girîngiya parastina ewlehiya sînoran hatiye gotûbêjkirin.

Fermandarê giştî yê hêzên Hevpeymanan li Iraq û bal kişand ser pêşketina hevkarî û hevahengiya ewlehî ya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ya di rûbirûbûna terorîstan de û girîngiya dagirtina valahiya ewlehiyê li navçeyên madeya 140 a destûrê anî ziman.

Serokwezîr Barzanî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a Amerîka û hêzên Hevpeymanan bo Pêşmerge di şerê li dijî terorîstan û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge de kir.

Mesrûr Barzanî herwiha kurteyek derbarê encamên serdana şanda bilind a hikûmetêa Kurdistanê bo Bexdayê û civîna ligel Serokwezîrê Iraqê pêşkeş kir ku bi taybetî behsa pêşxistina hevkarî û hevahengiya ewlekarî ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de kir.